9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Heyeteke Partiya Îslamiya Iraqê serdana PDKê kir

Çavkanî: KDP.info

Duhî li Selahedînê Sekreterê mekteb siyasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî pêşwaziya heyeteke partiya Îslamiya Iraqê bi Serokatiya Emîndarê giştî yê partiya han Eyad Samerayî kir.

 

Di hevdîtineke de ku, hijmareke din ji Rayedarên PDKê jî têde beşdarbûn, Sekreterê mekteb siyasiya PDKê bixêrhatina heyeta mêwan kir û pişt re behsa rewşa niha ya Kurdistan, Iraqê û qirîza siyasî ya li Iraqê kir û ragihand ku, rewşa niha ya Iraqê û qirîza heyî gelek metirsîdarin.

 

Miranî eşkere kir ku, xelk û pêkhateyên Iraqê bûne qurbaniya kemasî û kemaniyên Hikûmetên Iraqê û Hikûmeta niha ya Iraqê jî bi ti awayî nikariye ku, xizmeta xelkê Iraqê bike.

 

Çavkanî behsa meseleya demokrasî li Iraqê de jî kir û ragihand ku, part û aliyên siyasî yên Iraqê karîne ku, bi awayekî berçav demokrasî û çanda demokrasî di nava civaka Iraq û di nava hizir û ramanên xelkê Iraqê de pêş de bibin.

 

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Emîndarê giştî yê partiya îslamiya Iraqê Eyad Samerayî jî spasiya mekteb siyasiya PDKê kir û eşkere kir ku, rola Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bo çareser kirina kêşeyên heyî yên li Iraqê roleke gelek girînge lewre em ji ber helwestên mêrxasane yên Serok Barzanî sipasiya vî dikin.

 

Çavkanî eşkere kir ku, peyvendiyên heyî yên di navbera partiya Îslamiya Iraqê û PDKê bi giştî û Gelê Kurd de bi taybetî peyvendiyên gelek baş û bihêzin û îdiolojiya partiya Îslamiya Iraqê xwe di nava Iraqeke demokratî û fedral de dibîne.

 

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de her du alî behsa çawetiya çareser kirina kêşeyên heyî yên li Îraqê kir û tekez li ser vê yekê kirin ku, pêwîste bo çareser kirina kêşeyên heyî û qirîza siyasî ya li Îraqê de tevahiya aliyên siyasî yên Îraqê dest bi diyalog û danûstandinê bikin û derfet bo çareser kirina kêşeyên heyî xweş bikin.

Nûçeyên têkildar