9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Şandeke Tevgera Ciwanên Kurd serdana rêkxirawa cemawerên PDK ê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Dûhî sêşemê rêkefta 7/5/2013, birêz Sasan Ewnî Endamê encûmena serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û berpirsê rêkxirawa cemawerên PDK ê, pêşwazî li şandeke Tevgera Ciwanên Kurd (T.C.K) kir.

Di wê rûniştinê de herdû aliyan gengeşe li ser şêwaza karkirina rêkxirawan di vê pêvajoya ku navçe têde dice, kirin.

Herweha gengeşe li ser rola ciwanên Rojavayê Kurdistanê di şoreş Sûriyê de hat kirin û bandora beşdarbûna wan di xebata siyasî de.

Birêz Sasan Ewnî di axaftina xwe de ezmûna Partiya Demokrat a Kurdistanê weku mînaka Parteka serkeftî anî, û diyar kir ku gereke Tevger Ciwanên Kurd (T.C.K) mifa û sûd ji ezmûna PDKê wergire, ku çawa vê partiyê li dijî rejêma Baas û piştî ketna wê rêjîmê xebat kiriye di hemû waran de bi taybetî di warê siyasî de û çawa serkeftinên mezin bi dest anîne.

Ji bal xwe ve şanda (T.C.K) kêfxweşya xwe bi vê civînê da xuyanîkirin û rageyandin ku serdana wan bo herêma Kurdistanê û bi taybetî bo Patiya Demokrat a Kurdistanê jibo wê yekê bû ku ezmûna Partî weku mînaka parteka serkeftî di warê karên rêkxirawan de li Kurdistanê, bibînin û bikaribin di karê xwede li Rojavayê Kurdistanê sûd jê bistînin û xizmeta ciwan û xelkê xwe bikin

Nûçeyên têkildar