9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Jiber zêdebûna rêjeya endamên Partî 3 lîjneyên nû li Zaxo hatine damezrandin

Çavkanî: KDP.info

Zaxo-KDP.info/ Jibo bêtir asankariya karê rêkxstina partayetî û xizmetkirina hawlatiyan, liqê 8ê Partiya Demokrat a kurdistanê li dîf biriyara mekteba siyasî ya Partî 3 lêjneyên nû bi navê (Gulan, Serhildan û Serdem) dinav senterê bajîrê Zaxo de damezrandin.

Serbest Lezgîn berpirsê liqê 8ê Partî li Zaxo di kumbûnek digel berpirs û sitafê lijneyên nû sazkir û têda sererayî arastekirina pîrozbahî û dest xweşiyan, diyar kir ku danana (3) lijneyên navxoyî karekê bi sanahî nîne û ev çende hate encam dan jiber berfrehbûna rêkxstiyên Partî û aknciyên devera Zaxo û merem jê ewe ku organên Partî bêtir bikevne di xizmeta hawlatiyan de û ji nêzîk agehdarî rewşa deverê bin û her kêm û kasî û girfteka hebît bigehînine cihên peywendîdar û bibne rê xoşker dinavbera xelkê û saziyên mîrî de.

Di tewerekê dî de berpirsê liqê amaje daye çewaniya dest nîşankirina berpirs û sitafê lijneyan û diyar kir ku berpirs û sitafê van lijna li ser binema û pirensîpên Partî û li gureyî berjewen de giştî hatîne dest nîşan kirin lewra divêt stafên van lijneyan bêtir xwe mandî biken û bi şêwekê baştir biçine dinav cemawerî de.

Nûçeyên têkildar