Berpirsê liqê Yek beşdarî di ahenga kirêkaran de kir
Dihok- KDP.info/ Ebdulxaliq Babîrî endamê encumenê serkirdayetiya Partiya Demokrat a kurdistanê û berpirsê liqê Yekê Partî û bi serokatiya şandekê ku yê pêk hatîbû ji jimareka kargêrên liqê, beşdarî di ahenga cejna kirêkarên cîhanê de kir, ewa hatiye rêkxistin ji layê sendîka kirêkarên kurdistanê liqê Dihokê bi merema saxkirina roja kirêkarên cîhanê û kurdistanê.
Di peyvekê de berpirsê liqê pîrozbahiyên xwe û liqê Yek gehandine gişt amadebûyan û hêvî xwast ku ev yade bibîte palder bo pitir dakukî kirin li mafên rewayên kirêkaran û xweş kirina jîn û jiyara wan.
Herewesan Ebdulxaliq Babîrî rol û xizmet û xebata kirêkarên kurdistanê di sengerên berxwedan û bergirîkirnê de bi meznî û camêrî li qelem da bi tayîbetî di şoreşa Eylûla mezin de, û diyarkir ku divêt perleman û hikumet mafên kirêkaran dabîn bikin bi rêka hemwarkirin û rastvekirina yasa kar û karubarên civakî û li dumahiya peyva xwede berpirsê liqê harîkarî û piştevaniya xwe bo her cure harîkariyeka pêtvî da diyarkirin bo texa palew kirêkaru cotiyaran.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)