Rêkxirawa Çira mêvandariyek bo mamostayên Dêrelukê rêkxist

Dêreluk-KDP.info/ Bi mebesta rêzgirtin bo rol û xebat û mandî bûna mamostayan weku texeka giring dinav her civakekêde duhî rêkeftî 3/4/2013ê û bi amadebûna mamosta Îmad Sincî endamê perlemanê kurdistanê û Elî Sibîndarî kargêrê liqê 18 û Remezan Hureyî berpirsê nawça Dêreluk digel kargîr û kadirên nawçê û çendîn serperiştiyarên perwerda Amêdiyê li seyrangeha biyawê rêkxirwa Çira ya mamostayan ewa ser bi lijna nawça dêreluk ve mêvandarîk û ahengek bo mamostayên sînorê lîjna nawça dêrelukê sazkir.
Samî Çelkî berpirsê ragehandina lîjna nawça dêrelukê bo KDP.info diyarkir ku, rêkxirwa Çira ya mamustayan ewa ser bi lijna nawça dêrelukê ve mêvandarîka nan xwarina nîvro û ahengek bo gist mamostayên sînorê lîjna nawça dêrelukê sazkir.
Dîsan navbirî ew yek jî diyar kir ku piştî nan xwarinê peyvek jilayê Elî Sibîndarî kargîrê liqê 18 ve hate xwandin dipeyveka kurt de tîşik xiste ser rol û giringiya mamusta taybet dibiwarê perwerde û fêrkirnêde dîsan Sibîndarî diyar kir ku Partiya Demokrat a kurdistanê erkê xwe dizanît xizmeta mamostayan de biket bo xweş guzeraniya rewşa wan di hemû biwarekê de.
Paşan çendîn birgên hunerî û berîkane hatine pêşkeşkirin û li dumahiyê de diyarî liser beşdar bûyên berîkanêde hatine belavekirin




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)