Liqê 18 salvegera Dihok TV pîroz kir

Amêdiyê-KDP.info/ Bi helkefta salvegera damezrandina tilivzyona Dihok TV liqê 18 yê Partiya Demokrat a kurdistanê biruskeka pîrozbahiyê belavkiriye , têda burîna 21 salan ji jiyê vî dezgehê li rêveber û tevaya karmendan û temaşevanan pîroz kiriye û eva li xwarê teksta wê ye:
Bi helkefta salvegera damezrandina tilivzyona Dihok bi navê liqê 18 û cemawerê devera Amêdiyê germtirîn pîrozbahiyên xwe arastey hemû kadr û karmendên vê tilifzyona xebatker dikeyn.
Tilivzyona Dihok dihête hijmartin yek ji saziyên giringên ragehandinê li devera Behdînan û vê tilivzyonê karwanê xwe yê bê rawstiyanê xebatê de xizmeteka mezin pêşkêş mîdiyaya kurdistanê kiriye û dihête hijmartin bi xandingeheka ragehandinê li devera me û şiyaye bi rastgoyane serederiyê digel hemû rudan û pêşhatan biket û yek bûye ji wan saziyan yên ku şiyaî kartêkirineka mezin di gwerîna civakê de biket û dîsan xandingehek bûye bo ziman û çanda kurdî li deverê û di vî warîda bi dehan kadirên hêja pêgehandîne ku îro rolekê mezin di mîdiyaya deverê da digêrin, û îro jî mil bi milê hemî saziyên dîtirêt mîdiyayê bi exlaqekê bilndê mîdiyayê xebata xwe di dumîyê de û li wê hêviyê ne ku rojek bihêt ev tilivzyone bibîte kenalekê esmanî û hemû kurdistanê bi dîtina wê şad bibîn.
Dubare pir ji dil pîroziyên xwe digehînîne hemû kadir û karmend û temaşevanêt vê tilivzyona xebatker.
Liqê 18
Partiya Demokrat a Kurdistanê
3-5-2013




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)