PDK Peyamek Pêşkêşî Partiya Biratiya Tirkman Kir

Bi minasebeta 24 saliya damezrandina partiya biratiya Tirkman evro mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Emîndarê giştî yê vê partiyê kir.
Mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê hevdem ligel pîroz kirina 24 saliya damezrandina partiya han eşkere kiriye ku, Tirkman pêkhateyeke sereke ya Îraq û Kurdistanê ye û bi gerentî kirina tevahiya mafên wan yên siyasî û netewî Îraq demokratîktir dibe.
PDk herwiha diyar kiriye ku, neteweya Tirkman li Kurdistanê de yek ji bingehên sereke yên demokrasî û bihevre jiyana biratiyane ya di navbera pêkhateyên Kurdistanê deye.
Mekteb siyasiya PDKê eşkere kiriye ku, eger madeya 140 ya destûra bingehîn a Îraqê were çareserkirin vê demê tevahiya kêşeyên Tirkmanên Îraqê jî tên çareserkirin. Jêder KTV




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)