Şandê liqê 18 beşdariyê di rojên daneniyasîna Dihokê li Amedê de kir

Amed-KDP.info/ Şandê Amêdiyê bi serokayetiya birêz Ferîq Faruq berpisê liqê 18, Şivan Amêdiyê kargîrê liqê, Çavşîn bepirsê lîjna navça kanî masê beşdarî di rojên daneniyasîna Dihokê li Amedê de kir li rojên 25,26,27/4/2013.
Li jêr druşmê surê Amedê Dihoka rengên hembîz dike, bi amadebûna Ferîq Faruq berpirsê liqê 18, Botan Mihsin qaymqamê qeza Dihokê, Şewket Mihmed Amîn serokê şaredariya Dihokê, Ebdulle Demir Baş serokê şaredariya Surê Amedê,Ebîd Alle Dawd rêveberê geşt û guzarê li Dihokê, Dr. Hesen Ehmed Qasim rêveberê şînwaran li Dihokê herwesan serokên şaredariya rojhelat û rojava û serokê şaredariya Akrê,Îsî Nesrî serokê sendîka karkerên kurdistanê tayê Dihokê û çendîn hunermend û rojnamevan û nivêser û werzişvanên bajêrê Dihokê rojanên daneniyasîna Dihokê li Amedê li demjmêr 11 sipêdê li navenda Cegerxwîn ya çand û hunerî li Amedê dest pêkir û li gor bernamê hat darîştin bo demê sê rojan ya berdewam bû.
Li dest pêkê peyvek ji layê Ferîq Faruq berpirsê liqê 18 li hula navenda Cegerxwîn ya çand û hunerî hate xwendin têda behsî giringiya xurtkirina peywendiyan dinavbera Dihokê û Amedê de û yekgirtina milletî kurd tewerekê dî yê peyva wî bû hîvî xwest ev renge çalakiye berdewam bin ne bitenî ji aliyê roşenbîrî û hunerî û werzşî ve belku ji aliyê siyasî civakî jî ve.
Paşî Ferîq Faruq û şandî digel de seredana şaredariya Surên Amedê kirin û di runştinekê de behsa avedanî û pêşkeftina herêma kurdistanê ji hemî aliyan ve hate kirin, paşê seredana şaredariya qayayner her li Amedê hatekirin û ji layê Mehmûd Dax cêgirê şaredarî hatin pêşewazî kirin û hind diyarî ji aliyê her dû layan ve hatin parvekirin, li dîfda şandê liqê 18 seredana partiya Civata Kungira Demokratîk kirin û ji layê Sîdî Firat endamî civatê hatin pîşewazî kirin




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)