9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Liqê yekê PDKê pêşwaziyê li şofêrên teksiyan kir

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Piştî giran bûna bihayê benzînê duhî sipêdê li roja çarşemê rêkefta 24/4/2013jimareka şofêrên teksiyan digel serokê sendîka kirêkaran piştî serdedana çendîn dam û dezgayên şulejê yên hikûmê kirbi vê kêşê ve sera liqê yekê  partî da û bi gerimî hatine pêşwazî kirin ji layê berêz (Ebdulxaliq Babîrî) berpirsê liqê yekê partî ve.


Di runiştinekê de berêz berpirsê liqê piştî ku li arîse û gil û gazndên şufêrên taksiya girtî da diyarkirin ku eve karê liqê yek nîne û nabît çi dam û dezgayên hizbî maytêkirinê di karê hikûmetê da biketin lê soz dayê li dîf şiyanên xwe mil bi milê wan arîşa wan bigehînîte cihên şulejê û kar biken bo nehêlana vê qeyrana benzînê li parêzgeha Dihokê û herwesan (Ebdulxaliq Babîrî) da diyarkirin ku liqê yek xizmetkirina gişt tex û çînên civakî û xuşkirna jîn û jiyara xelkê deverê bi erk li ser milêt xwe dizanît.


Ji layê xwe ve nwênerên şofêrên teksiyan sipasiya berpirsê liqê yek kir û da diyarkirin ku wan herdem liqê yek weku malek bi xwe hijimartiye

 

Nûçeyên têkildar