9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Zankoya Dihokê roja topbarankirina zankoya Qeladizê sax kir

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Duhî 24/4/2013 li hola kongreyan ya zankoya Dihok û bi amadebûna pirofîsor (Dr. Misle Dihokî) serokê zankoya Dihokê, birêz (Ebdulxaliq Babîrî) berpirsê liqê yek yê Partiya Demokrat a kurdistanê beşdarî kir di rêwresmên saxkirina karesata şehîdên zankoya Silêmaniyê li bajarkê (Qeladizê) ku li (24 nîsana sala 1974) bi kiriyareka leşkerî û dirindane hatibû topbarankirin ji layê rêjîma faşîsta hikûmeta Iraqê ve ku bêtirî sedan kesan ji qutabî û jin û zarokan bûne qurbanî vê kiriyara nemirovane.

Di peyvekê de û piştî helkirina şemalkan weku wefadarî bo giyanê şehîdên karesata navbirî berpirsê liqê yekê çend ronkirinek dane ser karesata zankoya Silêmaniyê û da diyarkirin jiber ku bizava xwendevanan gerim bû jibo hişiyariya neteweyî zor bihêz bû lewman bu egerê peydabûna tirsê di dilê dijminên gelê kurda de û zankoya Silêmaniyê bu pirujê xwe yê şofînî û dagîrkirinê kire armanç.

Her wesa Ebdulxaliq Babîrî dest xweşî li zankoya Dihokê kir bo saxkirin û rêzgirtina li vê karesatê

 

Nûçeyên têkildar