9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Beyannama liqê 18 bi helkefta salroja karesata Qeladizê ya diltezîn

Çavkanî: KDP.info

Amêdiyê-KDP.info/ Bi helkefta selvegera bumbe barankirina Qeladizê ji layê rjêma Be'sa faşî ve liqê 18 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê beyannameyek belavkiriye û eva li xwarê têksta wê ye :-

Bi helkefta bîreweriya karesata cergbira bajêrê (Qeladzê) ji layê firokên cengiyên rijêma gurbegura Sedam ve li 24/4/1974 serê rêz û newazeşî bo şehîdên vê karesatê û tevaya şehîdên bizava azadî xwaziya gelê kurdistanê diçemînînku di rojeka weku îvro de û ji nîşkekê ve firokên rijêma Iraqê ya wê serdemê birengekê hovane hêrş kire ser bajêrê (Qeladzê ) di demekê de ku qutabî dinav xandingehê de dimjîlî xwandinê bûn zor bi dirindane hatine bumbebarankirin di encamde bidehan qutabiyên bê guneh hatine şehîd kirin û birîndarkirn.

Bê guman eve yekem tawan nebû bi dijî xelkê kurdistanê hatiye encamdan belku eve tawaneke ji zincîre tawanên mezintir ewên rjêmên gurbegurên yek li dûf yekê bi djî gelê kurdistanê encamdayn di egerêda bisedan hezar hawlatiyên kurdistanê yên bê guneh li ser axa bab û bapîran bûne qurban.

Lewma bi vê helkeftê em silava dişînin bo kes û karên şehîdên vê karesatê hîviya me ewe ev helkefte bibîte handerek ji bo parastina yek rêziya xelkê kurdistanê di yek çeperda pêxemet parastina wan deskeftiyan ewên bixwîna geşa şehîdên kurdistanê hatîne bidestve înan

 

Nûçeyên têkildar