9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Liqê 18 bîreweriya salvegera rojnamegeriya Kurdî li rojnamenivîsan pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Amêdiyê-KDP.info/ Liqê 18 yê PDK ê bîreweriya salvegera rojnamegeriya kurdî li rojnamenivîsan pîroz kir.

Bi helkefta bîreweriya salvegera rojnamegeriya kurdî liqê 18 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê di biruskekê de ev helkefte li hemî nivîser û rojnamevanên gelê kurdistanê pîroz kir û eva li xwarê têksta wêye:-

Bi helkefta bîreweriya salvegera rojnamegeriya kurdî û derçûna yekem hijmara rojnama (Kurdistan) ê li Qahîre li rêkefta (22/4/1898)ê ji layê (Mîqdad Medhet Bedirxan) ve, gerimtirîn pîrozbahiyan arastey hemû nivîser û rojnamevanên gelê kurdistanê dikeyn ewên bidrêjahiya mêjûya hevçerxa gelê kurdistanê şiyan bixameyên xwe yên wêrek berperên rojname û guvarên kurdistanê binexşînin bi gotar û peyvên resenên kurdî xizmeta zimanê şêrînê kurdî biken û biparêzn, herwesa doza rewaya xelkê kurdistanê bi cîhanê bidene niyasîn û rewşenbîriya siyasî û civakî û pêkve jiyanê dinav civaka kurdistanê de belav biken lewma hêviya me ewe ev helkefte bibîte handerek ji bo zêdetir pêşvebirina rojnamevaniya kurdî û belavkirina rewşenbîriya hevdu qebîl kirnê.

Dubare ev helkefte li hemû rojnamevanên kurdistanê pîroz be.

Liqê 18
Partiya Demokrat a Kurdistanê
22-4-2013

 

Nûçeyên têkildar