9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Swîsrayê yê li Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro 27ê Îlona 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Swîsrayê yê li Iraqê Peter Nielsen kir.

Di hevdîtinê de, derbarê dawîn pêşhat û geşedanên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêwendiyên dualî de gotûbêj hatin kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber destbikarbûna wî pîrozbahî li balyoz kir, di erkê wî de hêviya serkeftinê jê re xwest û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê re tekez kir.

Balyozê Swîsrayê jî amadebûna welatê xwe ya ji bo xurtkirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê aborî û danûstandina bazirganiyê de nîşan da

Nûçeyên têkildar