Serok Barzanî di salvegera Referandumê de: Dengek ji bo dîrokê û bîranînek ji bo nifşan

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî Îro Înî, 25ê Îlona 2026ê, di salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragihand: “Dengek bo dîrokê û bîranînek bo nifşan.”
Li roja 7ê Hezîrana 2017ê, di civîneke berfireh de bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî û bi pişkdariya piraniya herî zêde ya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, biryareke dîrokî hat dan. Biryar ew bû ku di 25ê Îlona 2017ê de gelê Kurdistanê bi rêya sindoqên dengdanê çarenivîsa xwe diyar bike.
Di 25ê Îlona 2017ê de, karnavaleka neteweyî ya bêhempa li Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê birêve biçe. Encama wê jî dîrokî bû; zêdetir ji 92% ya xelkê Kurdistanê bi “belê” dengê xwe bo serxwebûnê da. Li gorî gotina çavdêrên navdewletî jî, di cîhanê de ew yek ji paqijtirîn û demokratîktirîn pêvajoyên dengdanê bû.




