9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Îtalyayê yê li Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Roja Çarşemê 16ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Birêz Niccolò Fontana, Balyozê Îtalyayê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de, Balyozê Îtalyayê li Iraqê sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir ji bo koça dawî ya Xwedê jêrazî Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî.

Her di vê hevdîtinê de li ser dawîn pêşhat û guhertinên navçeyê û gef û astengiyên li pêşiya Iraqê di qonaxa dahatû de û gefên terorê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Girêdayî van mijaran Balyozê Îtalyayê li Iraqê tekez kir ku welatê wî bi girîngî li paşeroja Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo wan cihê girîngiyeke mezin e.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de digel amajekirina bi hevahengî û xebata hevbeş a di navbera Artêşa Îtalyayê û Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê de di şerê dijî terorê de di salên borî de, tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de jî hate kirin.

Nûçeyên têkildar