9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê Çînê li Hewlêrê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Roja Çarşemê 16ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Birêz Liu Jun, Konsulê Giştî yê Çînê li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Çînê li Hewlêrê ku bi mebest a malavahiyê û bi boneya bidawîhatina erkê xwe serdana Serok Barzanî kiribû, rêz û hûrmeta xwe ji bo xebat, xweragirî û cangoriya gelê Kurdistanê anî ziman, tekez li ser wê yekê kir ku kar kirina wî li Herêma Kurdistanê ezmûneke dewlemend û girîng bûye.

Hêvî jî xwest ku Herêma Kurdistanê aramî û pêşketineke zêdetir bi xwe ve bibîne. Her wiha ragihand ku welatê wî dixwaze di warên aborî, perwerde û teknolojiyê de peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re pêş bixe.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Çînê kir ku di dema karê xwe de roleke berçav ji bo kûrkirina dostanî û peywendiyên di navbera Çîn û Herêma Kurdistanê de lîstiye û hêviya serkeftinê jê re di erkê wî yê dahatû de xwest.

Her wiha Serok Barzanî rûmeta xwe ji bo rola şaristaniya Çînê di dîroka mirovahiyê de anî ziman. Her wiha hewldanên serkirdayetiya Çînê ji bo pêşxistina welatê wan û alîkariya ewlehî û pêşketinê di asta cîhanî de bilind nirxand.

Nûçeyên têkildar