9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Berpirsê Nû yê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Nîvroya îro Duşem 14.09.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de digel birêz Balyoz Steven Fagin, Berpirsê Nû yê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê, pîrozbahiyê lê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwest, herwiha amadehiya tevahî ya Herêma Kurdistanê ji bo piştgirîkirin û serxistina erkê wî dupat kir.

Di hevdîtinê de peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Amerîkayê, pêşxistina hevkariya hevbeş di warên cuda de, rewşa navxwe ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û girîngiya çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalogê, hatin gotûbêjkirin.

Birêz Berpirsê Nû yê Balyozxaneya Amerîkayê rûmeta xwe ji bo rola Herêma Kurdistanê li Iraq û navçeyê de anî ziman û tekez li ser girîngiya seqamgîrî û bihêzkirina peywendiyên welatê xwe digel Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de kir.

Piştgiriya ji Hikûmeta Federal a Iraqê û girîngiya hebûna çekê bi tenê di destê dewletê de, rewşa navxwe û girîngiya yekrêzî û hevdengiyê li Herêma Kurdistanê û dawîn pêşhatên navçeyê, mijareke din a hevdîtinê bû.

Nûçeyên têkildar