Peyama hevxemiyê ya Serok Barzanî bo Mîrê Êzdiyan

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî peyameke hevxemiyê arasteyî Mîrê Êzdiyan kir ku ev deqa wê ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzdiyan,
Bi xem û dilgiraniyê ve nûçeya koça dawî ya birazayê we (Harîwan Merwan Tehsîn Beg) gihişt me.
Bi vê helkefta xemgîn sersaxiyê li we û malbata Mîran dikim, û hevparê xema we ne.
Ji Xwedayê mezin dixwazim sebir û hedarê bide we û canê Xwedê jê razî bi behişta fireh şad bike.
Mesûd Barzanî
9 Îlon 2026




