Balyozê Rûsyayê spasiya alîkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Hewlêr-KDP.info : îro 8î Îlonê 2026an , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya bidawîhatina erka wî ya dîplomatîk li Îraqê, , pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Îraqê Elbrus Kutrashev kir.
Di civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya balyoz kir, ji bo xebata wî ya ji bo geşepêdana peywendiyan ligel Herêma Kurdistanê û di erkê wî yê paşerojê de serkeftin ji bo wî xwest.
Her du aliyan tekezî li ser giringiya geşepêdana peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de kirin. Balyozê Rûsyayê spasiya alîkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji bo serkeftina erkê wî û xwesteka welatê xwe jî ji bo bihêzkirina peywendiyên dualî nîşan da.
Di tewereke din a civînê de ku Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Maxim Rubin jî amade bû, pêşhat û guhartinên dawî yên rewşa giştî ya Îraqê û navçeyê hatin gotûbêjkirin.




