Wezîrê Derve yê Îmaratê sersaxiyê ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re dixwaze

Hewlêr-KDP.info: Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê duhî Yekşem, 6ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de diyar kir ku duhî êvarê Wezîrê Derve yê Îmaratê Ebdulah bin Zayid Al Nehyan bi rêya telefonî peywendî bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.
Li gorî wê daxuyaniyê, Wezîrê Derve yê Îmaratê, ji ber koça dawiyê ya birayê mezin ê malbata Barzanî Şêx Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî hevxemiya xwe diyar kir.
Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her wiha amaje daye ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya Wezîrê Derve yê Îmaratê kir, ji ber peywendî û behîdariya wî.




