9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Mihemmed bin Zayid parastina ewlehiya deverê tekez kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info:îro Sêşemê, 1ê Îlona 2026ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî , li bajarê Ebû Dabiyê ligel Serokê Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî Mihemmed bin Zayid Al Nehyan civîya.

Di wê daxuyaniyê de hatiye ku di wê hevdîtinê de, ku Cîgirê Serok û Serokwezîrê Îmaratê û Hakimê Dubayîyê Şêx Mihemmed bin Raşid Al Mektûm jî amade bûbû, her du aliyan êrîşên van dawiyan ên li ser Îmaratê şermezar kirin û pêdivîtiya parastina aramî û ewlehiya deverê tekez kir.

di wê hevdîtinê de ,tekez li ser giringiya bihêzkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de û berfirehkirina hevkarî û hevahengiya di navbera wan de di kertên cuda cuda de kir.

Di pareka din a wê hevdîtinê de, pêşveçûn û guhartinên dawiyê yên deverê hatin nîqaşkirin.

Nûçeyên têkildar