Serok Barzanî ligel Serok û endamên Encûmena Parêzgeha Selehadînê civiya

Hewlêr-KDP.info: Roja duşemê 24'ê Tebaxa 2026'an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî ligel Serok û endamên Encûmena Parêzgeha Selehadînê civiya.
Di civînê de şanda mêvan digel pîrozbahîkirinê bi boneya 80 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê, rêz û spasiya xwe ji bo rola Serok Barzanî hebû di xebat û dîroka gelê Kurdistanê û avakirina Iraqeke nû de. Her wiha spasîya Serok Barzanî kirin ku Herêma Kurdistanê di dema êrîşa terorîstên DAIŞ'ê de hembêza xwe ji bo koçberan vekir û wek mînakeke herî bilind a mirovdostî û biratî û hestkirina bi berpirsiyariyê bi nav kirin. Şanda mêvan qurbanîdana hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û dezgehên Herêmê di şerê terorîstan û mîsogerkirina ewlehî û asayîşê de bilind nirxand. Her wiha daxwaz jî kirin ku hevahengî di navbera yekîneyên îdarî yên parêzgeha Selehadînê û parêzgehên Herêmê de hebe ji bo sûdwergirtin ji ezmûnên îdarî û avedaniya Herêma Kurdistanê.
Her di wê civînê de Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mêvan kir û destxweşî li wan kir ji bo wê hevahengî û karê hevbeş ku di navbera pêkhateyên neteweyî û olî yên wê parêzgehê de heye. Her wiha kurteyek ji dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê ji bo amadebûyan behs kir û tekez li ser biratî û tebayî û pêkvejiyana di navbera pêkhateyên cuda yên Iraqê de kir û ew yek jî ragihand ku spas ji bo Xwedê rejîmên berê yên Iraqê nekarîn nakokiyên siyasî yên gelê Kurdistanê ligel hikûmetan bikin nakokî di navbera gelên Iraqê de. Di beşeke din a axaftinên xwe de Serok Barzanî ronahî xiste ser Iraqa piştî 2003'an û ew yek dupat kir ku destûra Iraqê nexşerêyeke guncaw e ji bo çareserkirina hemû pirsgirêk û kêşeyên heyî.
Di beşeke din a civînê de amadebûyan derbarê rewşa siyasî û ewlehî û îdarî ya navçeyên xwe, pirs û têbîniyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û Serok Barzanî jî bersiv û zelalkirina pêwîst ji bo amadebûyan xiste rû.




