9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serokê Herêma Kurdistanê Pêşwaziya Parlamenterekî Almanî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro Yekşem 09/08/2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Serdar Yuksel, Endamê Parlamentoya Almanyayê kir.

Di hevdîtinê de, tevî bi xêranînê, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniyên berdewam ên hikûmet û Parlamentoya Almanyayê bo Herêma Kurdistanê kir di demên dijwar de, bi taybetî di şerê li dijî terorê de, herwiha spasiyeke taybet a birêz Yuksel kir bo wê rola ku di hemû waran de bo piştgiriya Herêma Kurdistanê lîstiye û vê rola wî bilind û girîng nirxand.

Ji aliyê xwe ve birêz Yuksel kêfxweşiya xwe bi hevdîtina Serok Nêçîrvan Barzanî û wê pêşwaziya germ a ku lê hatiye kirin derbirî, herwiha rolê bi bandor ê Serokê Herêma Kurdistanê li navxwe û derveyî Herêma Kurdistanê, bi mebesta parastina pêgeha Herêma Kurdistanê û aştî û aştevanî û parastina aramiya navçeyê, bilind nirxand.

Gotûbêjkirina dawî pêşhatên navçeyê û zêdetir xurtkirina peywendiyên Almanyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, aliyekî din ê hevdîtinê bû.

Nûçeyên têkildar