Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Koreya Başûr li Hewlêrê kir

Hewlêr-KDP.info: Roja Yekşema 26ê Tîrmeha 2026an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Un Gyu Shim Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê kir.
Di vê hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Koreya Başûr digel derbirîna kêfxweşiya xwe ji bo hevdîtina Serok Barzanî, rêz û spasiya xwe ji bo rola Serok Barzanî di xebata neteweyî û niştimanî ya gelê Kurdistanê de nîşan da. Herwiha bal kişand li ser şibandina xebat û berxwedana gelê Koreya û gelê Kurdistanê û xwesteka welatê xwe ji bo pêşxistina têkilî û hevahengiyê di warên perwerde, tenduristî û warên din de ragihand.
Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî bal kişand ser mayîna Hêzên Zeytûnê ku piştî pêvajoya rûxandina rejîma berê li Hewlêrê bi cih bûbûn, û spasiya xwe ji bo erk û çalakiyên wê hêza li Kurdistanê hebû û hatina wê hêzê wek destpêka têkilî û dostaniya navbera gelê Kurdistanê û gelê Koreya Başûr bi nav kir.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de di derbarê rewşa navçeyê û metirsiyên serhildana terorê û pêvajoya siyasî ya Herêmê de danustandina bîr û ramanan kirin.




