Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li hikûmet û gelê Sûriyeyê dike

Hewlêr-KDP.info: îro 25ê Tîrmeha 2026an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî (X),peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand: "Bi xemgînî û daxeke kûr, me nûçeya rûdana diltezîn a trafîkê li Sûriyeyê bihîst, ku bû sedema canjidestdana hejmarek welatiyan ku piraniya wan karmendên Wezareta Navxwe bûn."
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyan nîşan da û got: "Em sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr pêşkêşî malbat û kesûkarên qurbaniyan û hikûmeta Sûriyeyê dikin."
Di dawiya peyamê de, Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Xwedayê Mezin kir ku "koçkiriyan di dilovaniya xwe de şad bike û cihê wan bike bihuşt, her wiha hêviya başbûna bilez ji bo hemû birîndaran xwast.




