9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Hêmin Hewramî: Eger li hev nekin dê ji hev cuda bibin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Berpirsê peywendiyên derve yê Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî got eger danûstandin bi ser nekevin û herdu lijneyên serbazî û darayî yên Kurdistanê digel Bexdayê negihin encameke pozîtîf, wê demê kes gazindan nake ger kurd alternatîvên din hilbijêrin û Parlamentoya Kurdistanê biryara xwe ya dawiyê bide.

Hêmin Hewramî ji rojnameya erebî Elşerq Elewsetê re behsa kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de kir û got: "Ger biryar li ser mana di beşdarbûna rewşa siyasî ya niha de yan jî jêqutbûnê de be, biryardana li ser mafê çarenivîsê jî yek ji alternatîvan e ji ber ku Parlamentoya Kurdistanê nûnertiya Gelê Kurdistanê dike."

 

Nûçeyên têkildar