Liqê 18 salvegera rojnamegeriya Kurdî sax kir

Amêdiyê-KDP.info/ Bi helkefta 115 saliya rojnamevaniya kurdî liqî 18 ê Partî li roja 18\4\2013 di rî û resmekê de çendîn rojnamevanên devera Amêdî xelat kirin û ahengekê jî bo jimareka kadr û endam û xelkê deverê û bi amadebûna (Ferîq Faruq) berpirsê liqê 18 û jimareka zora berpirsên hizbî û hikûmî û leşkerî û xelkê deverê li nahiya bamernê gêra.
Li dest pêkê peyvek ji layê (Ferîq Faruq) berpirsê liqê 18 ve hate xwandin û bixêrhatina hemî mêhvana kir û 115 saliya rojnamegeriya kurdî li hemû rojnamevana pîroz kir herwesa divê ahengêde hijimareka dezgehên ragehandinê ji layê liqa 18 ve hatin xelatkirin û ji wana ( setelayta kurdistan , radyoya Sîlav, kuvara Sîlav , malpera Amêdiyê , dezgehê Xanî , rojnama War , rojnama Evro ).
dîsan çendîn sitran ji layê herdû stiranbîjên deng xweş Dilniya Qeredaxî û Kîm hatine gotin û li dumahiyê jî dîlan hatine girêdan




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)