9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Êrîşên Îranê bêhincet in û tenahiya deverê têk didin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro (Înî, 17ê Tîrmeha 2026ê) , Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdsitanê daxuyaniyeka fermî belav kir û tê de ragihand ku ev êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê bê hincet in.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji berpirsên Komara Îslamî ya Îranê kir ku demildest dawiyê bi van êrîş û pêngavên serbazî bînin.

Encûmena Wezîran di daxuyaniya xwe de bang li saziyên fermî yên federalî û cîhanî jî kir û ragihand: "Em daxwaz ji Hikûmeta Îraqa Federal û Civaka Navdewletî dikin ku sînorêkî ji bo van binpêkirinan danin û li beramber van êrîşan bêdeng nemînin.

 

Nûçeyên têkildar