Mesrûr Barzanî tevlî behiya Mîrê berê yê Qeterê bû

Hewlêr-KDP.info: êvarê (Çarşem, 15ê Tîrmeha 2026ê), Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dewheya paytexta Qeterê tevlî merasîmên behiya Mîrê berê yê Qeterê Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî bû û ji aliyê Mîrê niha yê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî ve hat pêşwazîkirin.
Mesrûr Barzanî, bi navê xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sersaxî ji Mîrê Dewleta Qeterê, malbata wan û gelê Qeterê re xwest.
Mesrûr Barzanî hêvî jî xwest ku Xudayê mezin canê rehmetî bi bihuştê şa bike û sebr û hedarê bide hemî aliyan.
Li beranberî wê yekê jî, Mîrê Qeterê spasî û rêzên taybet bo hevxemî û tevlîbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sersaxiya wan de diyar kir.




