9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK: Em nûnertiya piraniyê dikin û dest ji mafên gel bernadin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info :Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemmed di daxuyaniyekê de bersiva axaftinên berdevkê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) dide û radigihîne ku YNKê ji bo rêgirtina li pêkanîna kabîneya dehem, dest bi kuştina demê kiriye.

Di daxuyaniya berdevkê PDKê de hatiye diyarkirin ku ev bersivdayîn ji ber hestkirina bi berpirsyariya neteweyî û nîştimanî û ji bo rêgirtina li çewtekariyan e; ku piştî civîna serokatiya YNKê ya di 21ê Hezîrana 2026an de, berdevkê wê partiyê hinek axaftin û çewtekarî ji bo kanalên ragihandinê kiribûn.

Berdevkê PDKê dibêje: "Piştî hilbijartinên xula şeşem a Parlamena Kurdistanê, di demekê de ku partiya me serdan û danûstandinên xwe ji bo çalakkirina parlamenê û pêkanîna kabîneya nû çir kiribûn, YNKê ji bo hilnebijiartina serokatiya parlamenê û pêkneanîna kabîneya dehem dest bi kuştina demê kir. Ji ber ku di kûrahiya dilê xwe de baweriya wan bi proseya dengdan û hilbijartinê nîne, loma dest bi hincet girtinê kirin."

Di daxuyaniya berdevkê PDKê de hatiye : Axaftina herî rast a berdevkê YNKê ew bû ku dibêje: "Siyaseta xwesepandinê ziyanê dide Herêma Kurdistanê." Belê, ew YNK ye ku dixwaze bi zordarî û bêyî guhdana deng û nêrîna xelkê Kurdistanê, xwe li ser encamên hilbijartinê ferz bike û ti hesabekî ji bo deng û hejmara kursiyên aliyan neke.

Nûçeyên têkildar