Mesrûr Barzanî: Mizgefta Mezin a Barzanî pêdiviyeke dîrokî û girîng e ji bo Hewlêr û Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info : Îro Yekşemê¡ Mesrûr Barzanî¡ Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê¡ di merasîmeke berfireh de bi amadebûna hejmareke zêde ya zanayên olî û kesayetiyan¡ kevirê bingehîn ê projeya "Mizgefta Mezin a Barzanî" li Hewlêrê danî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û behsa rehendên cuda yên projeyê kir. Serokwezîr aşkere kir ku bîrokeya avakirina vê mizgeftê vedigere beriya sê salan û wî hest pê kiribû ku¡ "Hewlêr û Kurdistan pêdiviya wan bi semboleke olî heye daku bibe rengvedana xudanasiyê (naskirina Xwedê) û mirovdostiya gelê me¡ herwiha nîşanderê dîroka tijî serwerî ya Kurdan be di dadperwerî û rûbirûbûna zilmê de."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê zelal kir ku¡ "Armanc ji vê projeyê ne tenê avakirina cihê îbadetê ye¡ belku dê bibe navendek daku nifşên paşerojê di warê zanistî û olî de xwe pê bigihînin û xizmeta pêkvejiyana aştiyane bikin.
Derbarê şêwazê avasaziya projeyê de¡ Mesrûr Barzanî tîşk xist ser dîzayna wê ya taybet û got: "Şêwazê mizgeftê ji reşmal û çadirên Kurdî hatiye wergirtin. Di dîroka me de reşmal ne tenê cihê niştecihbûnê bûye¡ belku di dema awareyî¡ bêkesî¡ şoreş û berxwedanê de¡ penageh û sembola xweragriyê bûye li hember zilm û zorê."




