9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê û Mazlûm Ebdî rewşa Kurdan li Sûriyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info : Êvariya îro Sêşemê 16.06.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ligel birêz Mazlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) civîya.

Di civînê de, dawîn pêşhatên siyasî û ewlehî yên Sûriye û navçeyê, rewşa Kurd û pêkhateyan li wî welatî û hewldanên ji bo çareserkirina kêşeyan û hevtêgihiştina navbera aliyên Kurdî û hemahengî û hevkariya ligel Şamê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekez li ser girîngiya berdewamiya diyalogê, parastina ewlehiyê û dabînkirina aştiyê li navçeyê kirin, her wiha rûbirûbûna metirsiyên terorê û pêşxistina hemahengiyê bi mebesta parastina aramiyê, mijareke din a civînê bû.

Nûçeyên têkildar