Serok Barzanî Serê Sala Koçî li Misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî bi helkefta hatina serê Sala Nû ya Koçî, pîrozbahiyeke germ li seranserê Mislimanên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir û hêviya xêr û tenahiyê ji bo deverê xwest.
Naveroka Peyama Serok Barzanî:
Bi Navê Xudê yê Mezin û Dilovan
Bi helkefta hatina Serê Sala Koçî, ez germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî tevahiya mislimanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim.
Ez ji Xudayê Mezin dixwazim ku sala nû ya Koçî bibe sala binecihbûna aştî, tenahî û rehetiyê be, ji bo devera me û hemî cîhanê.
Her di xêr û xweşiyan de bimînin.
Mesûd Barzanî
15.06.2026




