9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê tekezî li ser piştgiriya hikûmeta federal dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info : îro Duşemê, 15ê Hezîrana 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Îrfan Sidîq kir.

di civînê de tevî nirxandina rewşa giştî ya Iraqê û guhertin û pêşveçûnên dawî yên li navçeyê, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina hîn zêdetir a peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Şanişîna Yekbûyî (Brîtanya) kirin.
Her du alî li ser pêwîstiya piştgirîkirina hikûmeta federal ji bo parastina aştî û aramiyê û rûbirûbûna astengî û zehmetiyan hevnêrîn bûn.

Di vê derbarê de Balyozê Brîtanyayê serdana meha borî ya Serokwezîr a bo Bexdayê bi giring dît û wek serdaneke serkeftî pênase kir ku di rêya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûrê hatiye avêtin.

Di beşeke din a civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser pêwîstiya çalakkirina Parlemana Kurdistanê wek saziyeke giring a yasadananê kir, da ku dawî li xitimîna siyasî ya li Herêma Kurdistanê were anîn.

Nûçeyên têkildar