9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info : Roja duşemê 15ê Hezîrana 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Îrfan Siddiq, Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de derbarê geşedan û guherînên dawî yên herêmê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha bal kişandin li ser peywendî û hevahengiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ya Federal û derbaskirina asteng û berbestan.

Peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê û her wiha pêvajoya siyasî ya navxweyî ya Herêma Kurdistanê mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.

Nûçeyên têkildar