9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî mezintirîn û pêşkeftîtirîn navenda ciwanan vekir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info : Di çarçoveya giringîdana berdewam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şiyanên ciwanan û amadekirina jîngeheke guncaw ji bo afirîneriyên wan, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mezintirîn û pêşketîtirîn navenda ciwanan li seranserî Herêma Kurdistanê û Iraqê vekir, ku ji aliyê (Kurdistan Foundation) ve xwedîtî lê tê kirin û tê birêvebirin.

Ev navenda modern wek projeyeke stratejîk û giştgir, deriyekî nû li ber ciwanan vedike ji bo geşepêdana jêhatîbûnê, hînbûna şarezayiyên nû û avakirina toreke peywendiyan a bihêz di navbera ciwanên afirîner de.

Navend bi sîstemeke navdewletî û bi bilindtirîn standarta cîhanî tê birêvebirin. Di heyama ezmûna xwe ya destpêkê de karîbûye bala hejmareke ciwanan bikişîne: Niha xwediyê zêdetirî 1,400 endaman e û zêdetirî 12 hezar pirtûkan di warên cihêreng de hene, tevî ku di dema xebata xwe ya ezmûnî de 129 hezar serdêrên wê hebûne. Ji 

Nûçeyên têkildar