9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mîrê Êzidiyan kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info : îro (Çarşem, 10ê Hezîrana 2026) , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Mîr Tehsîn Beg kir.
Di wê hevdîtinê de, behsa rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û deverê hat kirin, herwesa rewşa Êzidiyan bi hûrgulî hat nîqaşkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa ragihand ku hikûmet bi hemî awayan piştgiriya daxwaz û mafên rewa yên Êzidiyan dike û tekezî li ser parastina pêgeha wan kir.
Mîr Hazim jî ji aliyê xwe ve gelek spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir, ji bo wê piştgiriya berdewam a ku herdem bo Êzidiyan nîşan daye û rola hikûmetê di xizmetkirina deverên wan de bilind nirxand.

Nûçeyên têkildar