Serok Barzanî: Pêşmerge berhema xwîn, zehmet û rondikên gelê Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info : îro (Çarşem, 3ê Hezîrana 2026ê) , Serok Mesûd Barzanîl i ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya "X"ê peyamek belav kir û tê de amaje bi wê yekê kir ku ji ber rewşa siyasî ya taybet a niha, hin alî behsa çekê Pêşmergeyan dikin û xwendinên şaş û dîtinên nerast di vî warî de pêşkêş dikin.
Serok Barzanî di peyama xwe de wekî bersivekê bo wan gotgotkan ragihand: "Divê tevahiya aliyan ev yek li bîr be ku Pêşmerge berhema xwîn, zehmet û rondikên gelê Kurdistanê ye."
Hevdem Serok Barzanî tekez li ser aliyên mînevî yên hêza Pêşmergeyan jî kir û ragihand: "Çekê Pêşmergeyan tenê parçe-hesin, cebilxane û alavê şerkirinê nîne, belkî çekê Pêşmergeyan dîrok, fedakarî, keramet û baweriya wî ye."
Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku ew çekê di destê Pêşmergeyan de nîşana wê dilsozî û pabendbûna mezin e ya ku wan herdem bo gel, ax û welatê xwe heye.




