9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Şandê liqa 18 cejna Çarşema Sor li Kurdên Êzdî pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Amêdiye-KDP.info/ Bi merma pêşkêşkirina pîrozbahiyan bi helkefta cejnê û pişkdarî kirin di xweşî û helkeftên wan de şandekê liqê 18 ê Partiya Demokrat a kurdistanê sera çendîn deverên kurdên Êzdî lê akincî û hijmareka kesaytiyan kir li roja çarşemê rêkeftî 17-4-2013 .

Hêja (Ferîq Faruq) berpirsê liqê 18, di gelda Ibirahîm Ehmed û kurdistan Hureyî kargêrên liqê seredana hijmareka bajîrk û kumelgeh û  gundên kurdên Êzdî li nîştecê û bingeha Laleş nivîsîngeha Dihok kir û binavê liqê 18 û xelkê devera Amêdiyê pîrozbahiyên cejnê pêşkêşkirin .

 

Şandê navhatî sera her yek ji (Mîr Tehsîn Beg mîrê Êzdiyan li kurdistanê û Iraqê û cîhanê, Baba Şêx se‌rokê riweanî yê ola Êzdiyan, mîr Kamîran Beg endamê berê yê perlemanê Iraqê, diktor Xeyrî Buzanî, Nayf Sînî û jimareka dî ya xêzanên Êzadiyan) kir, û bi germî hatin pêşwazîkirin û sipasiya wan hat kirin bo vê seredanê û pişkdarîkirin di helkeft û bîreweriyên Êzdiyan de olê pîrozkirina cejnê.

Nûçeyên têkildar