Mesrûr Barzanî Cejna Qurbanê li Misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir

Hewlêr-KDP.info : îro (Sêşem, 26ê Gulana 2026ê) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkeftina hatina Cejna Qurbanê ya Pîroz peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî tevahiya Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: "Bi helkeftina hatina Cejna Qurbanê ya Pîroz, ez germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî tevahiya misilmanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî ez pîrozbahiyê li Pêşmergeyên qehreman, hêzên Asayîşa Navxwe, kesûkar û malbatên serbilind ên şehîdan û Enfalkrawan dikim. Ez hêvîdar im rojên cejnê di nav xweşî, aramî û şahiyê de derbaz bikin."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwisa hêviyên xwe bo paşeroja deverê jî diyar kirin û got: "Ez hêvîdar im cejn bibe sedema aştî, tenahî, tebayî û seqamgîriyê li Kurdistanê, deverê û tevahiya cîhanê. Cejna we pîroz be û herdem di nav bexteweriyê de bin."




