9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê bo Cejna Qurbana Pîroz

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info : Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya hatina Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Naveroka peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Bi boneya hatina Cejna Qurbana pîroz, ez germtirîn û xweşiktirîn pîrozbahiyan pêşkêşî li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Ji Xwedayê Mezin daxwaz dikim ku ev cejin bibe sedema xêr û xweşiyê û şadî û kameraniyê ji bo her kesî bi xwe re bîne. Hêviya bêhnvedaneke aram û bextewar ji bo her kesî dixwazim.

Hêviya vegereke silamet ji bo haciyên delal yên Kurdistanê dixwazim, Xwedayê Mezin heca hemûyan qebûl bike û cejna wan pîroz be. Di vê boneya pîroz de, bila em çemk û wateyên kûr ên cejnê yên wekî lêborîn û lihevhatinê bikin derfetek ji bo nûkirina peywendiyên xwe û vekirina rûpeleke nû ya niyazpakî, tebayî û evîniyê di jiyan û karê xwe yê rojane de.

Cejna Qurbanê li her kesî pîroz be, her sal bi xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
26/05/2026

Nûçeyên têkildar