9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pîrozbahî li qehremanê Kurd Badîn Heso kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP : îro (Duşem, 25ê Gulana 2026ê) , Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya "X"ê peyameke pîrozbahiyê ji bo serkeftina qehremanê Kurd Badîn Heso belav kir, ku navê Kurdistanê di asta cîhanî de bilind kiriye.

Serok Barzanî di peyama xwe de nivîsiye: "Ez pîrozbahiyê li qehremanê Kurd Badîn Heso dikim, ku karî li welatê Almanyayê di qehremaniya “INTERNATIONAL WBC”ê de serkeftinê tomar bike û şûtika sêyê bi dest bixe."

Serok Barzanî herwisa destxweşî li wî kir û daxwaza serkeftinên mezintir bo wî xwest û got: "Em dilxweş û serbilind in ku em ciwanên Kurd di qadên navdewletî yên werzişî de serkeftinên mezin bi dest dixin û navê Kurd û Kurdistanê bi cîhanê didin nasandin."

Nûçeyên têkildar