9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Mistefa Kazimî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP : îro 25ê Gulana 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî (Mistefa El-Kazimî) kir.
Di hevdîtinê de, rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal hatin nirxandin.
Herwiha di civînê de behsa serdana vê dawiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Bexdayê û guftûgoyên wî yên ligel berpirsên pilebilind ên hikûmeta federal û aliyên siyasî yên Iraqê hat kirin. Tekezî li ser wê yekê hat kirin ku armanca wan hevdîtinan, çareserkirina bingehîn a kêşeyan di çarçoveya destûra Iraqê de ye.

Nûçeyên têkildar