Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokê Tevgera Hikme re civiya

Hewlêr-KDP : îro 24ê Gulanê , Di çarçoveya dawîn civînên xwe yên li Bexdayê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî , bi Rêberê Tevgera Hikme ya Nîştimanî Emmar Hekîm re civiya.
Di civînê de, rewşa giştî ya Iraqê û navçeyê ligel peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hatin nirxandin.
Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya piştgirîkirina kabîneya nû ya hikûmeta federal kirin, ji bo rûbirûbûna astengî û kêşeyên curbicur.
Herwiha hat destnîşankirin ku divê pirsgirêkên ligel Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê de û bi rêzgirtina li mafên gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyan werin çareserkirin.




