Serok Barzanî pêşwaziyê li Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir

Hewlêr-KDP : Roja yekşemê 24ê Gulana 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Mamoste Selahedîn Behadîn, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya herêmê û Iraqê danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha ronahî xistin ser rewşa navxweyî ya Herêmê û astengiyên li ber pêvajoya siyasî ya Herêmê.




