Naveroka civîna Mesrûr Barzanî û Xemîs Xencer hat ragihandin

Hewlêr-KDP : îro (Yekşem, 24ê Gulana 2026ê) , Di çarçoveya berdewamkirina hevdîtinên dîplomatîk ên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yên li paytexta Iraqê de, civîneke giring di navbera wî û Xemîs Xencer de hat lidarxistin.
Di wê hevdîtinên de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Iraqê û deverê bi giştî li hev guhertin.
Her du alî li ser wê yekê hevnerîn bûn ku niha derfet û fersendeke nû û zêrîn di qada siyasî ya Iraqê de li pêşberî hikûmeta federal peyda bûye, daku bi awayekî dadperwerane û bêyî cudahî xizmeta tevahiya welatî û pêkhateyên cihêreng ên Iraqê bike.




