9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Naveroka civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Mihemed Helbûsî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP : îro Şemiyê, 23yê Gulana 2026an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Bexdayê ligel Serokê Partiya Teqedumê Mihemed Helbûsî civiya.

Li gorî daxuyaniyê, Serokê Partiya Teqedumê kêfxweşiya xwe bi serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê nîşan da û piştevaniya xwe û partiya xwe bo mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê tekez kir.

Serokwezîr spasiya piştevaniya Serokê Partiya Teqedumê kir û tekezî li ser giringiya bihêzkirina hevkarî û hevahengiya navbera hêz û aliyên siyasî kir, bi armanca parastina maf û berjewendiyên hemû hevwelatî û pêkhateyên Iraqê.

Nûçeyên têkildar