9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Îranê rewşa herêmê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP : Şeva borî Înê 22.05.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Seyîd Ebas Eraqçî, Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, peywendiyeke telefoniyê encam dan.

Di peywendiyê de, geşepêdana peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Komara Îslamî ya Îranê, bi taybetî di warê danûstandinên aborî û bazirganiyê de gotûbêjan kirin. Her wiha derbarê bihêzkirina hevahengiyê ji bo parastina ewlehiya sînoran de, danustandina bîr û ramanan kirin.

Di mijareke din a peywendiyê de, behsa geşedanên dawî yên herêmê kirin û tekez li ser girîngiya hewlên welatên herêmê kirin ji bo çespandina aramî û asayîşê li Rojhilata Navîn.

Çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş, babeteke din a peywendiya telefoniyê bû.

Nûçeyên têkildar