9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî: Em piştgiriya hikûmeta nû ya Iraqê dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP : îro roja şemiyê, 23ê Gulana 2026an , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Bexdayê li gel Serokwezîrê nû yê Iraqê Elî Zeydî civînek pêk anî.
Di civînê de tekezî li ser çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê û xizmetkirina hemû pêkhateyên Iraqê hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di destpêka hevdîtinê de Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Serokwezîr Elî Zeydî kir û hêviya serkeftinê ji bo kabîneya wî xwest. Barzanî piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina hikûmeta federal nîşan da, da ku karibe xizmeta hemû pêkhate û welatiyên Iraqê bêyî cudahî bike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de bal kişand ser nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û got: “Ji bo me girîng e ku kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê werin çareserkirin. Di vê proseyê de divê rêz li qewareya federal a Herêma Kurdistanê were girtin.”
Serokwezîrê Federal Alî Zeydî jî dilxweşiya xwe bi serdana Mesrûr Barzanî anî ziman û tekezî li ser ruhê hevbeşiyê kir û got: “Em hemû di vî welatî de hevbeş in. Armanca me ya sereke çareserkirina pirsgirêkan, gihîştina lihevkirinan û xizmetkirina hemû welatî û pêkhateyan e bêyî ku ti cudahî bikeve navberê.”
Di dawiya civînê de, her du alî li ser xurtkirina hevkarî û hevahengiyê di navbera her du hikûmetan de li hev kirin. Hat destnîşankirin ku bi rêya diyalog û koordînasyonê wê hewl bidin hemû astengî û pirsgirêkên li pêşiya pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê derbas bikin

Nûçeyên têkildar