Serok Barzanî pîrozbahî li Namo Fazil kir

Hewlêr-KDP: Yekşemme, 17ê Gulana 2026an, serok Mesûd Barzanî, li ser hesabê xwe yê tora civakî (X), di peyamekê de pîrozbahî li Namo Fazil, qehremanê nêvdewletî kir.
Di peyama serok Barzanî de hatiye: "Pîrozbahiyê li qehremanê nêvdewletî, gencekî qehreman û xudan şiyan ê kurd (Namo Fazil) dikem, bo wê serkeftina kêmwêne ya ku di qehremaniyên (MMA) de li Amerîkayê bi dest ve tînay."
Serok Barzanî dibêje: "Namo Fazil cihê şanaziya hemû Kurd û Kurdistanê ye, ez destxweşiyê lê dikim û hêviya serkeftin û pêşengbûnê jê re dixwazim."




